TEV-DEM’ê civîna xwe ya salane bi dawî kir û plansaziyên sala 2023’yan danî.
TEV-DEM’ê civîna xwe ya salane li Akademiya Civaka Sivîl a taxa Xeşman a Hesekê li dar xist.
Endama Desteya PYD’ê Foza Yusif axivî û got: “Divê em eniya hundirîn di aliyê aborî, siyasî, civak û leşkerî de xurt bikin.
Mîsyonên mezin dikevin ser milê TEV-DEMʹê.ʹʹ
Hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso persbektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwend.
Paşê yekitî, sazî û rêxistinên girêdayî TEV-DEM’ê raporên salane xwendin.
Beşdaran rewşa rêxistinî nîqaş kirin û plansaziyên sala 2023’yan danîn.
Di dawiya civînê de plansaziyên sala 2023’yan hat dayîn.
Ji wan projeyên girêdayî elaqeya bi parkan, deverên giştî û jîngehê, vekirina kilînîkan, pêşxistina qada tenduristiyê, vekirina kooperatîfan û avakirina yekitiyên nû hene.