Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê 2 malbatên nelihev li Kobanê li hev anî

Komîteya Lihevanînê ya herêma Firatê bi hevahengiya rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên herêmê, 2 malbatên nelihev li Kobanê li hev anîn.

Nakokî ji ber qezeyeke tirafîkê ku di encama wê de şervanekî Hêzên Sûriya Demokratîk jiyana xwe ji dest da, çêbû.

Merasîma lihevanînê ya navbera malbata şervan Hesen Şahîn û malbata Mihemed Muslim, bi tevlêbûna bi dehan şêx û rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên Kobanê û herêma Sirînê û hinek fermandarên QSD’ê li gundê Belk li başûrê Kobanê li dar ket.

Di merasîmê de, herdu aliyan pêwîstiya derbaskirina fîtneyan, bi taybet di vê dema niha de destnîşan kir.

Di dawiya merasîmê de, herdu malbatan soza vegerandina hezkirin û biratiyê di navbera xwe de da.

Back to top button