Şêx Baqî: Em ditirsin ku PDK rola Tirkiyê ya dorpêçkirina Rojava temam bike

Sekerterê Giştî yê PDK-S Cemal Şêx Baqî metirisiya xwe anî ziman ku kirirên PDK’ê li ser sînorê Rojava, wê wekî berdewamkirina rola Tirkiyê ya dorpêçkirina herêmê be. Şêx Baqî diyar kir ku divê diyaloga Kurdî-Kurdî wekî amûreke şantajê li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser neyê bikaranîn.

Sekerterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî, metirisiya xwe der barê kirirên PDK’ê li ser sînorê Rojava de anî zimêm û ew weke berdewamkirina rola Tirkiyê ya dorpêçkirina herêmê dîtin.

Cemal Şêx her wiha ev kirirên bi “tiştekî ecêb” bi nav kir û got:

Gava PDK’ê, hemwextî êrîşên Tirkiyê li dijî destkeftiyên Kurdan pêk tê.

Me digot wê diyaloga Kurdî-Kurdî Rêveberiya Xweser a Rojava û hikumeta Başûrê Kurdistanê nêzî hev bike.

Lê belê, wekî me sewqiyetên li ser sînor dît, berevajî vê yekê pêk hat.”

Ev gavên bi vî awayî dikevin xizmeta dijminên doza Kurd û komployên Erdogan.

Ji bo avakirina hikumeta Başûrê Kurdistanê nuqteyên leşkerî li wê herêmê, Şêx Baqî mat ma û anî ziman ku herêm ewle ye û ti gel lê tune ne.

Şêx Baqî: Pêwîstiya sewqiyatên leşkerî bi zelalkirinê heye

Şêx Baqî destnîşan kir ku pêwîstiya sewqiyetên leşkerî bi zelalkirinê û rûndanên li piştperdeyê hene, eger sedemên vê gavê neyên diyarkirin, wê gumanên me li cih bin.

Sekreterê Giştî yê PDK-S hêvî kir ku ev gav ne di naveroka plana xeternak a Erdogan de be, ku armanc dike Rojava dorpêç bike û zextê li herêmê bike.

Şêx Baqî têkiliyê PDK û Tirkiyê bi gotina “Mîxê çima tu dikevî dîwar, ew jî dibêje ji derbeya çakûç bipirse.” pênase kir.

Sekerterê Giştî yê PDK-S bang li Başûrê Kurdistanê kir ku divê diyaloga Kurdî-Kurdî wekî amûreke şantajê li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser neyê bikaranîn.

Back to top button