Hikmet Hebîb: Projeya Rêveberiya Xweser ji bo tevahiya gelê Sûriyê ye

Cîgirê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb diyar kir ku MSD’ê bi armanca bidestxistina gelek pêşinyarên girêdayî tecrubeya siyasî û demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzecivînên xwe didomîne. Hebîb destnîşan kir ku piştî van civînan, wê kongreyeke neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê were li darxistin.

MSD’ê bi dirûşmeya “Ber bi kongreyeke neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê” rêzecivînên xwe didomîne.

Cîgirê Desteya Serokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb derbarê armanca van civînan de axivî û got:

“Armanc ew e ku em hejmara herî zêde ya pêşniyarên ku tecrubeya siyasî û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewlemend dikin, bi dest bixin”.

Hikmet Hebîb destnîşan kir ku diyalog ji hêla desteya siyasî ya Sûriyê ji gelek hêzên siyasî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda pêk tê.

Hebîb anî ziman jî ku di rêya diyalogê re, wê aloziya Sûriyê li ser asta siyasî çareser bibe.

Cîgirê Desteyê piştrat kir ku ji ber girêdana hinek aliyên Sûriyê bi hin aliyên derve û nexasim bi Îtîlafê re ya ku rastî zexta dewleta Tirk tê, bû sedema binxistina diyalogê.

Hebîb dibêje:

Hikumeta Şamê mîna opozîsyonê ye ne xwedî biryara xwe ye û ji hêla hin aliyên derve ve tê kontrolkirin.

Hikmet Hebîb: Piştî civînan wê kongreyeke netewî were lidarxistin

Hikmet Hebîb propagandaya ku projeya Rêveberiya Xweser projeyek parçebûnê ya Kurdan e, red kir û diyar kir ku ew jî parçeyekî xaka Sûriyê ne.

Cîgirê Desteya Serokatiya MSD’ê Hikmet Hebîb destnîşan kir ku piştî van civînan, wê kongreyeke neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê were lidarxistin.

Back to top button