Ebdulkerîm Saroxan: Tecrîd rê li pêşiya aştiyê û bidawîkirina şeran digire

Endamê Meclisa Giştî yê PYD’ê Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewama şer û tunebûna aştiyê ye. Saroxan destnîşan kir ku gelên herêmê bi rêya rêxistina xwe, Îmralî veguherandiye cihê berxwedanê.

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûrî, berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan bi astengkirina aştiyê û çareseriya pirsgirkên Rojhilata Navîn bi nav kir.

Endamê Meclisa Giştî yê PYD’ê Ebdulkerîm Saroxan tecrîda li ser Rêber Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got:

“Mayîna Rêber Ocalan li Sûriyê û piştgiriya şoreşa Rojava bi rêya perspektîvên ku ji gelên herêmên re dişîne, bûn sedem ku dewleta Tirk tecrîdeke giran lê bisepîne.

Ji ber hêza Ocalan heye ku aloziyên Kurdistan û Rojhilata Navîn çareser bike û şerên li herêmê rawestîne.”

Ebdulkerîm Saroxan destnîşan kir ku tecrîd rê li pêşiya aştiyê û bi dawîkirina şeran digire, lewma komplogerên tecrîdê ji bidawîbûna xwenên xwe tirsîn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku berxwedana wan berdewam e, dê pêvajoya bê ji yên berê cudatir be, dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku tecrîdê bi dawî bikin.

Qehreman Mihemed: Rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan pêkanîna aştiyê ye

Di heman çarçoveyê de, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed jî axivî.

Mihemed got:

Dewleta Tirk tecrîda li ser Ocalan dewam dike da ku fikir û nêrînên nû yên azadiyê negihêjin gelan û projeyên aştî û demokrasiyê tune bibin.

Rakirina tecrîdê û azadkirina Ocalan, rêya tekane ya çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û pêkanîna aştiyê ne.”

Back to top button