Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya sêyemîn li dar xist

Bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”, Meclisa Edaleta Civakî, civîna xwe ya sêyemîn a salane li Reqayê li dar xist.

Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya salane ya sêyemîn li hola meclisê ya li Reqayê li dar xist.

Di civînê de, Cîgirê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen rewşa siyasî nirxandin.

Piştre perespektîfên Rêber Ocalan û rapora salane ya Meclisa Edaleta Civakî hatin xwendin.

Di dawiya civînê de têkidarî tecrîda li ser Rêber Ocalan daxuyanî hat xwendin û tê de bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî hate kirin ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

Meclisa Jinan a Edaleta civakî ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi dirûşma “Bi têkoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin” Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya ‎Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê de perspektîfên Rêber Ocalan ên li ser jinan, raporên siyasî û rapora salê ya meclisê hatin xwendin.

Civîn bi encamnemeyê bi dawî bû û hin xalên girîng ên civînê wiha ne:

Dewreyên hişmendî werin vekirin.

Navedna parastina jinê li Dêrazorê were vekirin.

Hemleyên hişyariya li dijî madeyên hişbirê û bandorên wê li ser jin û civakê werin xurtkirin. ‎

Back to top button