Soran Omer: Serokwezîrê iraqê xwest karanîna çekên kîmyawî were lêkolînkirin

Parlementerê Iraqê Soran Omer hinek belgeyên li ser bikaranîna çekên kîmyawî yên ku dewleta Tirk li nava xaka Başûrê Kurdistanê de bikaraniye belav kir.

Soran Omer di belgeyên ku parvekiriye de îşaret bi serdana du pisporên çekên kîmyawî ku serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn dike û got: Du pisporên çekên kîmyawî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyawî serdana Başûrê Kurdistanê kirin, lê PDK’ê rê neda ew lêkolînê bikin.

Parlementer Soran Omer di belgeyan de îşaret bi çawaniya karanîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîla dike.

Her wiha Soran Omer ragihand ku piştî ku rapora du pisporên Elman û Siwîsrî ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî de pêşkêş kiriye, serokwezîrê Iraqê daxwaz ji wezareta karên derve kiriye ku derbarê mijarê de dest bi lêkolînê bikin.

 

Back to top button