Li Dirbêsiyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Kongreya Star a Dibêsiyê Sema Yuca, Zîlan û şehîdên komkujiya Helincê de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî.

Bîranîn li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate lidarxistin.

Ji rêveberên Kongreya Star Dêlim Dêrik axivî, cangoriyên azadiyê yên meha Hezîranê bi bîr anîn.

Dêlim behsa çalakiyên fedayî yên Şehîd Zîlan û Sema Yuce kir û da zanîn ku her du hevalan li dijî dagirkeriyê serî netewandin.

Dêlim Dêrik diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser jinan şikandina vîna jina azad û rêxistinkirî ye.

Back to top button