Polîtîkayên AKP’ê hejariya li Tirkiyê zêdetir kiriye

Bi alozbûna aboriya dewleta Tirk re li gel belavbûna vîrusa Coronayê, rêjeya xizaniyê li Tirkiyê zêdetir bû.
Ji nêzî 55 milyon kesên ku dikarin kar bikin derodra 23 milyon bêkarin.
Artêşa bêkariya li Tirkiyê roj bi roj zêdetir dibe.

Li gorî malpera American Monitor pandemiya koronayê hişt ku krîza aborî ya li Tirkiyê aloztir bibe.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi geşepêdana aborî ya domdar ku tevî pandemiyê pêk tê, serfiraziyê nîşan dide, lê li gorî deneyên nû şert û mercên jiyanê ku di 15`ê Hezîranê de derketine, kûrbûna têkçûna aborî û xizaniyê li welêt diyar dibe.

Yek ji sedemên vê yekê ew e ku Enqere erka xwe ya destûrî ya têkildarî edaleta civakî di pandemiyê de pêk ne aniye.

Ji ber wê çînên navîn û xizan derbên mezin xwarin û li aliyekî din li Tirkiye li ber hejmara bêkaran zêdetir bû.

Li gorî peymangeha ku serjimarî çêkiriye, ji sedî 58 welatiyên Tirkiyê deyndar in.

Her wiha ji nêzî 55 milyon kesên ku dikarin li tirkiyê kar bikin, derdora 23 milyonan bêkarin.

Back to top button