Kongreya Star kuştina Deniz Poyraz şermezar kir

Kongreya Star a kantona Qamişloyê, navçeyên Amûdê û Til Birakê bi daxuyaniyan şehîxistina xebatkara HDP`ê Deniz Poyraz şermezar kir.

Derbarê êrîşa faşîst a li ser avahiya HDP’ê li Izmîr û qetilkirina xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz, gelek sazî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.

Kongreya Star a kantona Qamişlo di daxuyaniyê de ev tişt got:

Dewleta Tirk a faşist bi rêya siyaseta qirkirin û tunekirina sivîl, siyasetmedaran û girtina wan hemû sînor derbas kiriye.

Bi dagirkirina xwe li ser Başûrê Kurdistanê pilan dike di navbera kurdan de şerê navxweyê gur bike.

Pilana êrişa li ser avahiya HDP’ê ji hêla çeteyên dewletê ve hatibû amadekirin.

Kongreya Star a navçeya Amûdê jî di daxuyaniyê de êrişa li dijî Deniz Poyraz şermezar kir û got: “Divê em weke rêxistina jin bê helwest ne-mînin.

Kongreya Star a navçeya Til Birak jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da û got:

Ev êriş û kiryarên dewleta Tirk ne-qebûlkirina partî û saziyên demokratîk e û bi taybet (HDP).

Back to top button