Rejîma Îranê reîsî hertim ji bo deshilatê amade dikir

Belê her rê li pêşiya Reîsî hatibû vekirin.
Reîsî ji bo rejîma Îranê kesek ku hatî amadekirine.
Dî tevahiya dîroka wî de jî, ev yek tê xusyakirin.
Ka em kêmekê li dîroka serokomarê Îranê yê 8. Îbraîm Reîsî binêrîn.
Binêrîn ka Reîsî yê, piştî Xameneyî tê fikirîn ku li cihê wî rûne kî ye.

Ibrahîm Reîsî, 14’ê Kanûna 1960′ li bajarê Meşhed ê eyaleta Razawî Xoresan ji dayîk bû.

Reîsî, piştî şoreşa 1979’an di 1981’an de wekî dozgerê Kereç dest bi kar kir.

Erkê wî pir bi lez bilind bû û di demeke kin de li ser kursiyê Wekîlê Dozgeriya Giştî yê Tehranê rûnişt.

Ibrahîm Reîsî bi fermana rêberê şoreşger ê Ayatullah Xomeynî, di komîta ku 1988’an de biryara darvekirina mixalîfên rejîmê girtî de cih girt.

Endamê “Komîteya mirinê” reîsî 3 hezar girtiyên mixalîf darve kirin

Reîsî yek ji 4 kesên di “komîteya mirinê” ku jê re dihat gotin de cihê xwe digirt.

Tê îdîa kirin ku wê demê nêzîkê 3 hezar kes hatine darve kirin.

Bilindbûna peywira Reîsî ya piştî mirina Xumeynî û serdema Xameneyî jî dewam kir.

Di salên 1989-1994’an de wekî Serdozgerê Komarê yê Tehranê kar kir.

1994’an wekî Serokê Saziya Kontrola Dewletê hate destnîşankirin û 10 salan di vê erkî de kar kir.

Piştre, 2004’an de ji bo postê Alîkarê Yekem ê Serokê Dadweriyê hate erkdarkirin.

Reîsî di hilbijartina 19’ê Gulana 2017’an de li pêşberî serokomarê niha Hesen Rûhanî winda kiribû.

“Reîsî” zelamê ku dewletê çêkirî

Lê careke din rejîma Îranê ji bo Reîsî erkên hîn bibandortir derxist û 2019’an kir Wezîrê Rayeya Dadgehê.

Ji ber rolê wî yê 2009’an di darvekirina girtiyan de, Mijdara 2019’an DYA ew xiste nava lîsteya cezayan.

Reîsî ticarî têkildarî biryara darvekirinên ku dayî li pêş gel daxuyanî nedan.

Ibrahîm Reîsî ji lêha Artêşa Parêzvanên Şoreşê jî piştevaniyeke zêde dide Reîsî.

Tê gotin piştî Xameneyî, wê Ibrahim Reîsî li cihê wî were bicihkirin.

Back to top button