Pêşmergeya Derîn: PKK partiyeke raste û parastina xaka Kurdistanê dike

Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî PKK’ê weke qeleya gelê Kurd digre dest û dibêje ku Sedam Hisên çawa gelê Kurd di Enfalê re derbas kir, niha jî Tirkiye û PDK de dixwazin PKK’ê di enfalê re derbas bikin û got: PKK partiyek raste, û parastina xaka Kurdistanê dike. “

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan, di 10’ê Hezîranê de bang li aliyên siyasî,rêxistin, rewşenbîr û hunermendên her çar parçên Kurdistanê kir, bêdeng nemînin û rê nedin şer di nava aliyên Kurdî de derkeve.

Piştgiriya ji bo vê peyamê berdewam dike.

Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî di temenê xwe yê ciwantiyê de, bi Bizutenweya Rizgarîxwazî ya Gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê re kar kiriye.

Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî derbarê hewldanên şerek dijî gerîla, hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re û têkoşîna gerîla de ji Rojnews re axivî.

Feyme Koçerî da zanîn ku wê di serdema şerê dijî rejîma Baas’ê de bi Celal Talabanî û gelek rêberên din re xebat kiriye.

Pêşmergeya Dêrin da zanîn ew tenê di nava malbata xwe de ji Enfalê rizgar bûye.

Feyme Koçerî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî herêmên Parastina Medyayê axivî.

Feyme dibêje heke kelhek li pişt me nebe, wê lehî bi ser mede were. PKK bi çiya ve kelha gelê Kurde.

Pêşmerge û têkoşera jin ya dêrîn Feyme Koçer behsa demboriya PDK’ê dike û got;

PDK’ê bi Sedam Hisên re lihevkir û êrişî Kurdan kirin. Niha jî bûye dar destê Tirkiyê. PDK çend li dijî PKK’ê ye, ew qas jî li dijî YNK’ê ye.

Nasnameya hemûyan diyare, PKK Kurdin û Kurdistanîne. Dagirkerî çiye? Welehî PKK ji hemû hizban rastire. PKK parastinê li xak û ava Kurdan dikin. PDK direwker û tevlîheve.

Koçerî dijî siyaseta PDK’ê nerazîbûna xwe anî ziman û got;

“Eger ez ciwan bam, minê li dijî zilma PDK’ê ya li PKK’ê dike, bibûma gêrila.

Ez bang li hemû partiyan dikim, guh bidin banga Murad Karayilan. PKK Kurde.

Sedam Hisên çawa gelê Kurd di Enfalê re derbas kir, niha jî Tirkiye û PDK de dixwazin PKK’ê di enfalê re derbas bikin.

Back to top button