Li Angola malarya ya kujer

Di demeke ku vîrûsa Corona li cihanê dawi li jiyana mirovan tîne de, nexweşiya melariya jî li Angola ji nûve zêde bû.
Li welat di nav 5 mehan de ji ber melariya nêzîkî 6 hezar kes mirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî ragihand ku di her 2 deqeyan de, zarokek ji ber nexweşiya malariya dimire.

Li welatê Afrîkaya Başûr Angola di 5 mehên despêka salê de, zêdeyî 5 hezar û 500 kes ji ber nexweşiya malariya (sitma) yê mirin.

Li gorî raporên çapemeniya neteweyî, Wezîra Tenduristiyê yê Angola Silvia Lutucuta bi daxuyaniyekê ragihand ku ew bi rewşek têkildarî malaryayê ya “xeternak û dijwar” re rû bi rû ne.

Lutucuta diyar kir ku heta niha li welêt zêdeyî 2 mîlyon rewşên bi heman nexweşiyê hatine dîtin.

Herî zêde jî zarokên temenê xwe ji 5 salî biçûktir û jinên ducanî bandor dibin.

WHO: Her 2 deqeyan zarokek ji ber malarya dimire

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku di du salên dawî de di çarçoveya bernameya derzîlêdanê ya li Gana, Kenya û Malawî de ji 1,7 milyonî zêdetir derziyên li dijî nexweşiyê hatine lêdan.

Nexweşiya malarya ku her sal dibe sedema mirina bi sedhezaran kesî, ji bo çareseriya wê herî dawî Nîsana 2019’an li Malavî derziya ku hatî amadekirin hatibû bikaranîn.

Malarya ku yek ji nexweşiyên herî kujer e, her 2 deqeyan dibe sedema mirina zarokekî.

Û ev yek jî piranî li Afrîka tê dîtin.

Nexweşiya malarya di kesê ku lê tê xuyakirin de, germahî, recifîn, xwêdan, serêşî, vereşîn, êşa masolkeyan û bêhalî lê tê dîtin.

Back to top button