Desteya Aborî û Çandinyê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Pêşangeha Berhemên Herêmî ya 2`yemîn li Hesekê vekir.
Pêşangehê bi dirûşma “Ji pîşesaziyên ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve ” û bi armanca teşwîqkirina pîşesaziyên herêmî dest pê kir.
61 kargeh, şîrket û kargehên berhemên destan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pêşangehê bûn.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barûdo axivî û diyar kir ku vekirina vê pêşangehê di van şert û mercên dijwar de gaveke girîng û erêniye.
Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman jî da zanîn ku pîşesaziyên herêmî di şert û mercên heyî de ji buhabûnê bigire heta bigihêje dorpêça giran a li ser herêmê, pir girîng e û pêwîstiyên şêniyan peyda bike.
Her wiha piştî ku axaftin bi dawî bûn, pêşengeh li ser destên dayika şehîd Ocalan Şoreş û Ziyad Hesekê hat vekir.
Tê payîn pêşangeh 3 rojan dewam bike.