JIn û ciwanên Ereb yên Şengalê li dijî komploya 15’ê Sibatê meşiyan

Jin û ciwanên Ereb ên Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Apo meşek lidarxistin.
Çalakvanan gotin ew ê weke xelekek ji agir li dora Rêber Apo kom bibin.

Jin û ciwanên ereb yên Şengalê ji bo şermezarkirina komplo salvegera 25. a komployê û tecrîdê daketin qadan

Meş bi dirûşmeya “Em ciwanên Ereb wê bibin xelek ji agir, li dora Rêber Apo’, ‘Emê azadiya fîzikî a Rêber Apo misoger bikin” pêk hat.

“Ji bo rê li ber azadiya gelan bigirin tecrîdê giran dikin”

Têkildarî meşê Li ser navê Meclisa Jinên Ereb Fatime Mustefa axivî û wiha got:

“Ev plana ku pêk hat ne tene li ser Rêber Apo bû, lê li ser tevahî gelên ku azadiya xwe dixazin pêk hat.

Em jî weke gelên Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ji bo azadiya rêber Apo her li qadabin.

Bi domdarî Fatime êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an bibîrxst ku di wê demê herî zêde zilm li jinê hate kirin.

Piştî rizgarkirina Şengalê ji çeteyan, Fatimayê diyar kir jinan bi saya felsefiya Rêber Apo jinê rastiya xwe naskir û got:

“Em wek jinên Ereb ku me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxistin kiriye, ji ber vê yekê em dîndarên wî ne.

“Li dora Rêber Apo em ê bibin xelekek ji agir”

Li ser navê Însiyatîfa ciwanên Ereb Hesen Eswed jî ev tişt got:

“Armanca vê Komployê ew bû ku desthildariya xwe li ser gel berdewam bikin û rê li ber azadiya civaka bigirin.

Lewma emê ji bo azadiya Rêbertî bi diruşmeya “Kes nikare roja me tarî bike” bibin xelekek ji agir li dora Rêber Apo.

Back to top button