Çavdêriya Sûrî: 17 ji çeteyên girêdayî Tirkiyê ku ji bo Lîbyayê hatine şandin, gihiştine Îtalyayê

Dewleta Tirk bi destwerdana li ser xaka Lîbyayê, ewlehiya Ewropayê xistiye nav metirsiyê.

Şefê faşîst Erdogan, çeteyên xwe yên li Sûriyê dixapîne û berê wan dide Lîbyayê.

Derket holê ku beşek ji van çeteyan, bi destê bazirganên mirovan yên girêdayî hikûmeta Wifaq derbasî Îtalyayê hatine kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, ragihand ku dewleta Tirk şandina çeteyan ji bo Lîbyayê weke hincet bi kar tîne, ji bo bigihêjin xaka Îtalyayê.

Navenda Çavderiyê ragihand ku herî kêm 17 çeteyên dewleta Tirk ku ji bo Lîbyayê hatine şandin, gihiştine Îtalyayê.

Xizmên çeteyan ji navenda çavderiyê re gotin, çeteyên mijara gotinê çawa gihaştine Lîbyayê, çekên xwe avêtine û berê xwe dane Îtalyayê.

Her wiha hejmarek ji çeteyan jî berê xwe dan Cezayîrê, bi armanca ku ji wir derbasî Eworpayê bibin.

Berdevkê artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî jî roja şemiyê ragihandibû ku ne 17, lê 41 çete çûne Îtalyayê.

Leave a Reply

Back to top button