Sunday 2026/07/26
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Kongreya Berlînê bi ragihandina nexşerêyekê bi dawî bû

January 20, 2020
in CÎHAN
A A
Kongreya Berlînê li ser asteke navdewletî, bi beşdariya gelek welatan bi rê ve diçe
Share on FacebookShare on Twitter

Duh Kongreya Berlînê ya ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de hat gotin, teqez divê çek ji Lîbyayê re neyên şandin. Almanyayê ragihand ku wê destpêk meha Sibatê jî ji bo Lîbyayê kongreyek were lidarxistin.

Duh, bêyî amadebûna her du aliyên şer ên Lîbyayê, xebatên Kongreya Berlînê bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna van xebatan encamnameya dawî hat eşkerekirin.

Di çend xalên sereke yên encamnameyê de wiha tê gotin:

– Şandina çekan ya ji bo Lîbya were qedexekirin û komîteyek were avakirin.

– Pêvajoya siyasî dest pê bike.

– Bi armanca pêkanîna agirbestê, ji herdu aliyên Lîbyayê komîteyeke leşkerî a ji 10 kesan were avakirin.

JOSEP BORRELL:
WÊ ZÊDE LI SER MIJARA QEDEXEKIRINA ŞANDINA ÇEKAN JI BO LÎBYAYÊ WERE RAWESTANDIN

Nûnerê Karûbarên Derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Eworpayê, Josep Borrell ragihand ku wê Yektîiya Ewropayê zêde li ser mijara qedexekirina şandina çekan ji bo Lîbyayê raweste.

WEZÎRÊ DERVE YÊ ALMANYAYÊ, HEIKO MAAS:
TÊ PAYÎN KU KONGREYA DIN A JI BO LÎBYAYÊ DI DESTPÊKA MEHA SIBATÊ DE PÊK WERE

Îro jî, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, eşkere kir ku tê payîn kongreya din a ji bo Lîbyayê di destpêka meha sibatê de pêk were.

Heiko Maas destnîşan kir ku Kongreya Berlînê armancên xwe pêk anîn û wê di destpêka sibatê de jî li ser asta wezîrên derve yên dewletan kongreyek pêk were.

SEROKOMARÊ CEZAYÎRÊ EBDULMECÎD TEBÛN
RAGIHAND KU WELATÊ WÎ AMADE YE KU DIYALOGÊN LÎBÎ-LÎBÎ LI CEM XWE PÊK BÎNE

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê jî, hat ragihandin ku serokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn di Kongreya Berlînê de ragihandiye ku welatê wî amade ye ku diyalogên Lîbî-Lîbî li cem xwe pêk bîne.

Ebdulmecîd Tebûn diyar kir ku welatê wî zêdeyî hezar KM bi Lîbyayê ve ye û divê xebateke hevbeş ji bo şerê li dijî terorê pêk were.

BALYOZXANEYA AMERÎKAYÊ YA LI LÎBYAYÊ
DUH Û ÎRO JÎ BI XELÎFE HEFTER Û FAYÎZ EL-SERAC RE HEVDÎTINÊN CUDA PÊK ANÎN

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Lîbyayê, ragihand ku balyoz Richard Norland duh û îro jî bi serokê Artêşa Niştîmanî Xelîfe Hefter û serokê Hikûmeta Wîfaqê Fayîz El-Serac hevdîtinên cuda pêk anîn.

Balyozxaneya Amerîkî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê destnîşan kir ku armanca hevdîtinan ew bû ku guh bidin nirxandinên aliyan ji bo Kongreya Belrînê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Li Lîbyayê diyar kir ku wê Amerîka xebeta xwe derbarê çareseriya li Lîbyayê bidomîne.

SEROKOMARÊ DEWLETA TIRK ERDOGAN
IDÎA KIR KU WELATÊ WÎ HEYA NIHA TI HÊZ JI BO LÎBYAYÊ NEŞANDINE

Serokomarê dewleta Tirk Erdogan, îro idîa kir ku welatê wî heya niha ti hêz ji bo Lîbyayê neşandine, lê hin leşker ji bo şêwirmendî û perwerdeya leşkerî hatine şandin.

Erdogan destnîşan kir ku gavên ku Tirkiyê di Lîbyayê avêtine hişte ku hevsengiyeke siyasî li welêt pêk were.

SEROKÊ HIKÛMETA WÎFAQÊ, EL-SERAC
DAXWAZA HEFTER YA PARVEKIRINA DEWLEMENDIYA LÎBYAYÊ RED KIR

Li aliyeke din ve jî, serokê Hikûmeta Wîfaqê El-Serac daxwaza Hefter ya parvekirina dewlemendiya Lîbya ji bo herdu aliyan red kir.

Her wiha El-Serac, anî ziman ku ger dorpêça hêzên Hefter li ser navendên petrolê bidome wê rewşa li Lîbyayê aloztir be.

Serokê Hikûmeta Wîfaqê El-Serac got:

Em ê rêzgirtinê ji agirbesta di Kongreya Berlînê hatî ragihandin bigirin.

Em bi danûstandinên siyasî re ne, lê careke din ez bi Hefter re necivim.

Previous Post

Çavdêriya Sûrî: 17 ji çeteyên girêdayî Tirkiyê ku ji bo Lîbyayê hatine şandin, gihiştine Îtalyayê

Next Post

Fransa: 8 welatên Ewropî piştgiriya operasyona li Tengava Hurmizê dikin

Weşana girêdayî

Li Fransa ji ber şewatê 42 hezar şewitiye
CÎHAN

Li Fransa ji ber şewatê 42 hezar şewitiye

Zelenskiy: Rûsya wê leşkerên Koreya Bakur li eniyê bi cih bike
CÎHAN

Volodimir Zelenskiy: Rûsya 30 hezar leşkerên din ji Koreya Bakur xwest

Hûsiyan êrişî navendek petrolê ya Erebîstana Siûdî kir
CÎHAN

Hûsiyan êrişî navendek petrolê ya Erebîstana Siûdî kir

Please login to join discussion
Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye