Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 110 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin, 3 jî mirin.
Li gorî desteyê kesên pêketî 8 ji wan li Hesekê, 1 Til Temir, 13 Qamişlo, 10 Dêrik, 3 Girkê Legê, 2 Amûdê, 18 Kobanê, 32 Reqa, 10 Tebqa û 13 Minic ne.
Desteyê her wiha ragihand ku 17 nexweş baş bûne û 3 kesên din jî mirine.
Bi daneyên dawîn re hejmara pêketiyan gihaşt 2 hezar 314 kesan, jê 77 nexweş mirine û 555 nexweş jî baş bûne.