KCDK-E’yê wê li Strasboûrgê dest bi çalakiya rûniştinê ya 4 rojan bike

KCDK-E’yê eşkere kir ku li Strasboûrgê ji bo azadiya Rêber Ocalan wê dest bi çalakiya rûniştinê ya 4 rojan bikin û banga tevlêbûna li çalakiyê kir.

Dîwana Hevseroktiya KCDK-E’yê têkilî ‘Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan’ daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin berpirsyariya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tenê ne bi dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP’ê re sînordar e, hêzên navnetewî, CPT û Konseya Ewropa bixwe jî berpis e.

Hat destnîşankirin ku ji bo CPT, Konseya Ewropa, DMME ji bo azadiya Rêber Ocalan bi rola xwe rabin 12’ê Cotmehê, ”Çalakiya Rûniştinê ya ji bo Azadiya Ocalan” wê dest pê bike.

KCDK-E’yê diyar kir ku wê çalakî 4 rojan bidome, dorveger be, her roj wê komeke ji 30 kesî pêk hatî rûne.

KCDK-E’yê banga tevlêbûna li çalakiyê kir.

Back to top button