Çeteyan 2 hezar û 200 darên zeytûnan li navçeya Mabeta talan kirin

Bi nêzîkbûna çinîna zeytûnan re çeteyên dewleta Tirk ya dagirker berî ku zeytûn bigihên, dest bi talankirinê; kirine. Dagirkeran heta niha zeytûnên 2 Hezar û 200 dar li gundê Şêxûtka yê Bilbilê dizîne.

Herêma Efrîna dagirkî bi darên zeytûnan tê naskirin û ji bo şêniyên herêmê debara jiyanê ye.

Lê belê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zanabûn zeviyên zeytûnan talan dikin.

Hêjî zeytûn nebûne, çeteyan dest bi diziya zeytûnên koçber û Efrîniyên li herêmê mane kirine.

Di vê derbarê malpera Afrinpostê ragihand ku çeteyan zeytûnên 2200 dar ên şêniyên Kurd talan kirin.

Ji wan 1200 dar ên welatiyê Kurd bi navê Mihemed Seydo, 600dar ên welatî Arif Seydo û 400 dar jî ên welatî Xelîl Seydo ne.

Lê zêde çete nahêlin ku Kurd biçin nava zeytûnên xwe û yên ku biçinin jî pereyên pir ji wan distînin.

Di heman çarçoveyê de serçeteyekî 100 mêr û jin ji koçberên ku ji deverên cuda li Efrînê bi cî bûne, ji bo diziya zeytûnên Kurdan li gundê Qizilbaşa, Bîlê û Kotana yên navçeya Bilbilê erkdar kirin.

Çeteyan xortekî Kurd ji gundê Qestel Kîşk ji bo pereyan revand

Hemwextî dizî û talankirin zeytûnan, çete revandina Kurdan bi armanca bidestxistina pereyan dewam dikin.

Afrinpostê da zanîn ku çeteyan roja Pêncşemê xortekî Kurd bi navê Ebdo Menan Şêx Nasan ji şêniyên gundê Qestela Kîşk bi tawaneke çêkirî bin çav kir û hêjî çarenûsa wî nediyar e.

Back to top button