Ferzende Munzur: CPT bi erka xwe ranabe

Berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzur anî ziman ku CPT bi erkê xwe ranabe û da zanîn ku redkirina hevdîtina ji aliyê rêber Apo ve, ji gelê Kurd re peyameke ku divê têkoşînê li hemû qadan mezin bikin. 

20 mehin ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Heta hevdîtinên wê bi malbat û parêzeran re jî hatine qedexekirin.

Navbera dîroka 20 û 29’ê Îlonê de CPT’iyê serdana greva Îmraliyê kir da ku şert û mercên girtîgehê bişopîne.

Piştre Komîteyê ragihand ku ew ê rapora xwe ya derbarê serdanê de di Adara 2023’yan de eşkere bike.

29’ê Mijdarê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê eşkere kir ku Rêber Apo hevdîtina bi CPT’iyê re red kiriye.

Û metirsiyên xwe têkildarî rewşa rêber Ocalan anî ziman.

Derbarê vê mijarê de Berdevkê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê Ferzende Munzir axivî.

Ferzende Munzir anî ziman ku CPT bi erka xwe ranabe, ew xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike.

”Rêber Apo peyama mezinkirina asta têkoşînê da”

Ferzende Munzir diyar kir ku redkirina Rêber Apo ji hevdîtinê re peyama meznkirina asta têkoşînê ji gelê Kurd re ye.

Back to top button