Xwendekarên navçeya Tirbespiyê vegera li meteryalên hikumeta Şamê red dikin

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo, xwendekaran çalakiyek li dar xist û li ber hewldanên betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî rabûn.

Di bin dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” de, dibistana amadehî ya Şehîd Cahîde Ronak ya keçan li Tirbespiyê çalakiyek li dar xist.

Xwendekaran hewldanên betalkirina perwerdeya bi zimanê kurdî û vegera li meteryalên hikumeta Şamê red kirin.

Xwedekaran hevoka “Zimanê me” çêkirin û sirûda zimanê Kurdî xwend, her wiha helbesteke Cegerxwîn hat xwendin.

Nûnerê dibistana Şehîd Cahîde Ronak, Silêman Bedir got: “Di demên dawî de nîqaşên der barê rakirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî di nav partiyên Kurdî de derketin, em weke mamoste û xwendekar polîtîkkirina ziman şermezar dikin ji ber ku herêmê bi hezaran şehîd pêşkêş kir da ku çanda herêmê û fêrbûna bi zimanê dayîkê ya ku xewin bû, belav bikin.”

Silêman diyar kir ku ” Xewna şehîdan pêk hat. Em êdî di hemû astên xwendinê de bi zimanê dayîkê hîn dibin. Paymengeh û zanîngeh ava bibin ava bûne. Lê belê hin kes vê destkeftiyê red dikin, em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê napejirînin.”

Silêman rola helbestvanê kurd Cegerxwîn ya ku banga fêrbûna bi zimanê dayîkê dikir destnîşan kir û got:” Em îro bibîr dixînin û teqezî dikin ku li ser rêya wî bimeşin û fêrbûna bi zimanê dayîkê bidomînin, ji ber ku zimanê me rûmeta me û jiyana me ye û tu kes nikar e wî asteng bike.”

Back to top button