Şahidên Komkujiya Mehmûdiyê: Wê tu carî hêza me neşike û em ê li Efrînê vegerin

Di vê rojê de, ne tenê komkujiya Helebçeyê pêk hatiye.
Li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî sala 2018 ji aliyê dewleta Tirk ve komkujiyek pêk hat.
Tê de 21 kes şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn.
Şahidên komkujiyê kêliyên wê demê bi bîr tînin û dibêjin:
“Parçeyên laşan li ser rê belav bûn. Cihê komkujiyê bibû gola xwînê.
Lê tu car hêza me wê neşke û em ê vegerin Efrînê.”

16’ê Adarê ne tenê li Helebçeyê Kurd hatin kuştin, di vê rojê de li Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jî komkujiyek pêk hat.

Komkujiya Mehmûdiyê jî sala 2018 an bû.

Ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat.

Wê rojê 21 kes bi destê dewleta Tirk a hov hatin şehîdxistin û bi dehan jî birîndar bûn.

Kesên ku şahidî ji vê komkujiyê re kirine, heta niha ew roj û ew kêliyên biêş ji bîr nekirine.

Ji wan, koçbera bi navê Kunay Mistefa ye.

Kunay deta û kêliyên wê rojê û vê komkujiya hovane wiha vedibêje.

Keça wê Zîlan Xelîl a 18 salî jî der barê wê rojê de dibêje:

“Ev roja reş tu carî ji ber çavê min naçe.”

Komkujiya Mehmûdiyê, ne ya yekem û ne jî ya dawî bû der heqê kurdên li herêmê de.

Ji hingî û heta niha gelek komkujî ji aliyê Tirkiyê ve pêk hatine.

Tevî wê, heta niha civaka navneteweyî, ne ev komkujî şermezar kirine û ne jî hewl daye rê li ber Tirkiyê û sûcên wê yên li dijî gelê herêmê bigire.

Back to top button