Artêşa Tirk gundên navçeya Şerayê topbaran kirin

Di salvegera Komkujiya Mehmûdiyê de jî, êrişên Tirkiyê li ser gundên Şerayê hebûn.
Berî du se’etan careke din dewleta Tirk dest bi êrişan kir.

Gundên Şerayê yên ku bûn armanca êrişan, Merenaz û Elqemiyê bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dijwar ev gund topbaran kirin.

Di destpêka êrişê tenê de, nêzî 20 guleyên obîsê li gundên navborî ketin.

Ev êriş di roja salvegra Komkujiya Mehmûdiyê de pêk tên.

Ev komkujî berî 3 salan bi destê heman hov û dagirkeran der heqê şêniyên taxa Mehmûdiyê de pêk hat.

Ji hingî û heta niha rojekê jî êriş ranewestiyane.

Li beramberî wê jî civaka navneeweyî her bêdeng e û weke ku van sûcan nabîne, tevdigere.

Back to top button