Salvegera 4. A şehadeta Hêlîn Qereçox

Doh salvegera 4. a şehadeta şervana enternasyonalîst Hêlîn Qereçox bû.
YPJ’ê ji bo bibîranîna wê, dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Şehîd Hêlîn Qereçox 15’ê Adara 2018’an di şerekî dijwar de li Efrînê bi lehengî şer kir û gihişt asta şehadetê.

Fermandariya YPJ’ê jî ji bo bibîranîna şehîda enternasyonel Hêlîn Qeraçox, dewreyeke perwerdeya sekvanî û çekên giran vekir.

Ev Dewre jî bi merasîmeke leşkerî hat destpekirin.

Ji Fermendarên QSD’ê Newroz Ehmed jî tevli merasîma vekirina dewreyê bû.

Fermandar Newroz di şexsê şehîd Hêlîn de hemû şehîdên jin bi bîr anîn.

Back to top button