Endamê Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz bi êrişekê çekdarî şehîd bû

Endamê Meclisa Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz ku bi navê mamoste Şemal tê naskirin, di encama êrişeke çekdarî de li ber mala xwe ya li Kifrî şehîd bû. Tevgera Azadî bi daxuyaniyekê diyar kir ku endamê wan Mamoste Şemal bi destê dewleta tirk û hevakrên xayîn ên navxweyî şehîd bû û got: “Ev êriş û destdirêjiyên li ser tevgera me wê bê bersiv nemînin”

Îro, endamê Meclisa Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz bi êrişeke çekdarî li ber mala xwe ya Kifrî ya li Silêmaniyê şehîd bû.

Sûheyl Xurşî Ezîz ku weke mamosta Şemal tê nasîn, nivîskar û dîroknase, di heman demê de li Fermangeha Çandiniyê ya Kifrî karmend bû.

Mamosta Şemal dema ji dewama xwe ya kar vedigeriya mala xwe ya li Kifrî, rastî êrişek çekdarî hat û şehîd bû.

Polîsê Germiyan: Me ji bo dîtina kujer dest bi lêkolînê kiriye

Derbarê bûyerê de, berdevkê Polîsan yê Germiyanê daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Sûheyl Xûrşîd Ezîz ji aliyê kesek nenas ve hatiye kuştin û polîs li cihê bûyerê ne û ji bo dîtina kujer dest bi lêkolînê kirine.

Tevgera Azadî: Mamosta Şemal bi destê dewleta Tirk û xayînan şehîd bû

Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî li ser şehdîxistina endamê xwe daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Tegera Azadiyê de wiha tê gotin:

“Hevalê me yê hêja Sûheyl Xurşîd li ber derê mala xwe ya li navçeya Kifrî hat şehîdxisitn.

Bê guman ev êriş û destdirêjiyên li ser tevgera me wê bê bersiv nemînin.”

Tevgera Azadî diyar kir şehîdxisitna mamoste Şemal ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xayînên navxwe pêk hatiye û wiha got,

“Erkê dîtin û eşkerekirina kujerê Mamosta Sûheyl Xurşîd di stûyê hikûmeta Herêma Kurdistan, asayîş û saziyên ewlehiyê yên Germiyanê de ye.

Divê di zûtirîn dem de kujer werin eşkerekirin û girtin.

Em bang li azadîxwazan, gelê welatparêz û aliyên demokratîk dikin xwedî li şehîdê xwe derkevin.

Em soz didin ku em ê xebat û têkoşînê bidomînin û xewn, xeyal û armancên şehîdan pêk bînin.”

Back to top button