44 leşkerên din ên Qerebaxê hatin kuştin

Li herêma Qerebaxê, şerê di navbera hêzên Azerbeycan û Ermenistanê de dewam dike. Wezareta Parastinê ya Qerebaxê diyar kir ku di encama şerên dawî yên bi Azerbeycanê re 44 leşkerên wan hatine kuştin.
Serokomarê Azerbeycanê Ilham Aliyev diyar kir ger welatê wî rastî gefekê were wê yekser banga destwerdana leşkerî li Tirkiyê bike.

Wezareta Parastinê ya herêma Qerebaxê ragihand ku di şerên dawî yên bi artêşa Azerbeycanê re 44 leşkerên wan hatin kuştin.

Bi vê yekê jimara leşkerên wê yên kuştî dibe hezar û 221.

Hikûmeta Azerbeycanê jî îro ragihand ku hêzên Azerî 23 gund li 6 parêzgehên cuda li derdora herêma Qerebaxê kontrol kirine.

Duh jî Azerbeycanê ragihandibû ku hêzên wan bajarê Şoşe yê stratejîk ê Qerebaxê kontrol kiriye.

Berdevkê komara Qerebaxê: Hêzên Ermenî bajarê Şoşe ji dest daye

Lê ji aliyê xwe ve, Ermenistanê agahiya kontrolkirina Şoşeyê red kiribû û gotibû ku şer li herêmê dewam dike.

Lê îro, berdevkê çapemeniyê yê Komara Qerebaxê teqez kir ku hêzên Ermenî kontrola xwe ser bajarê Şoşe winda kiriye.

Li gorî berdevkî, hêzên Azerî gihana tixûpên paytexta Qerebax Stepanakertê.

Ilham Aliyev: Ger em rastî gefekê werin wê banga destwerdanê li Tirkiyê were kirin

Li aliyê din jî, îro Serokomarê Azerbeycanê Ilham Aliyev derbarê şerê li Qerebaxê axivî û diyar kir ku ger rewş wiha be wê pêwîstiya beşdariya Tirkiyê ya leşkerî ji bo piştgiriya wan di şer de nebe.

Ilham Aliyev teqez kir ku ger welatê wî rastî gefekê were wê yekser banga destwerdana leşkerî ya Tirkiyê bike.

Aliyev got ku Azerbeycan wê şerê li Qerebaxê di wê demê de rawestîne dema ku hêzên Ermenistanê ji herêmê derkevin.

Ev du meh û nîv e şer navbera Azerbeycan û Ermenistanê li herêma Qerebaxê destpê kiriye.

Tirkiyê derdora 2600 çete ji Sûriyê şandine Azerbeycanê

Tevî ragihandina 3 agirbest ji bo rawestandina şer, herdu aliyan rojane hevdu bi şkandina agirbestê tewanbar dikin.

Sedema sereke jî ku şerê li herêmê dewam dike, dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê dişîne herêma şer.

Beriya niha jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku ji destpêka şerê li Qerebaxê Tirkiyê derdora 2600 çete ji Sûriyê şandine Azerbeycanê.

Back to top button