Çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 20 welatî ji Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî, sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her ku diçe zêde dibe. Çeteyan herî dawî zêdetirî 20 welatî di nav de jin, zarok û kesên temenmezin revandin. Li gorî hatiye belgekirin, çeteyan tenê di nava hefteya borî de 43 welatî li Efrînê revandine.

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin.

Çeteyên dewleta Tirk di van rojên dawî de gelek kes ji Efrînê revandin.

Li gorî Tora çalakvanên Efrînê, çeteyan herî dawî zêdetirî 20 welatî di nav de jin, zarok û kesên temenmezin li Efrînê revandin.

Hat ragihandin çeteyan li gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê welatiyê bi navê Delîl Henan Henîf,

Li gundê Dîkê yê Bilbilê welatiyê temenmezin ê bi navê Şêxo Hemo yê 66 salî û welatiyê bi navê Selah Reşîd Hemo yê 39 salî,

Li gundê Mariska yê Navçeya Şera welatiyên bi navê Eryan Mehmûd Xelîl û Ehmed Beşîr Xelîl û

li gundê Fafirtîn yê Şêrawa welatiyên bi navên Omer Munzur Omer û Hisên Omer Zêne revandin.

Çeteyan li gundê Kurzêlê yê Şêrawa jî bi ser malan de girt û hejmarek welatî bi lêdan û êşkenceyê revandin,

Ji hin kesên hatine revandin navên wan ev in:

Mehmûd Mihemed Îbo
Ebdilrehman Mihemed Îbo
Mihemed Arif Osman
Hesen Salih Osman
Mistefa Nûrî Hec Hesen
Nedîm Osman Ebdo

Li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa jî çeteyan 5 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Ciwan Omer yê 38 salî
Şêrvan Xelîl yê 27 salî
Ebdilrehman Nûrî yê 28 salî
Fethî Qaso yê 35 salî
Mihemed Silêman Îbo yê 27 salî

Çeteyan di nava hefteya borî de 43 welatî li Efrînê revandin

Li gundê Sorka yê navçeya Raco çeteyan zarokê bi navê Remzî Gêlo yê 16 salî revandin û di berdêla berdana wî de pere ji malata wî xwestin.

Li gundê Mîdan Ekbez yê Raco jî çeteyan keça bi navê Nûr Şewket Hemo yê 16 salî revand.

Li gorî bilançoya Tora Çalakvanên Efrînê çeteyan tenê di nava hefetya borî de 43 welatî ji Efrînê revandin.

Çeteyan li gundê El Cara yê Bilbilê 300 darên zeytûnê birîn

Li aliyekî din, talankirin û wêrankirin xwezaya Efrînê dewam dike.

Çeteyan herî dawî li gundê Elî Caro yê navçeya Bilbilê 300 darên zeytûnê birîn.

Back to top button