PDK’ê şandeya Ewropî ku xwest bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bike asteng kir

Dewleta Tirk ya ku li pêşberî berxwedana gerîla têk diçe rojane çekên kîmyewî, xazên jehrî û bombeyên nukleer bikartîne. Heyeteke Ewropî xwestin herin cihê ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn lêkolînê bikin lê PDK’ê destûr neda. Endamên şandeyê îro li Silêmaniyê daxuyaniyek dan û bang li Hikumeta Herêmê kirin da ku bihêlin ew bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin.

Di 14’ê Nîsanê de dewleta Tirk li dijî dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê tevgerek berfireh a dagirkeriyê ya nû da destpêkirin.

Dewleta Tirk ya ku li hemberî berxwedana gerîla nekarî encam bigre, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Şandek Ewrupî ya ji endamên rêxistina Bijîjkên Navneteweyî ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî, ji bo mijarê serdana Başûrê Kurdistanê kirin

Şandeya ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyawî xwestin biçe gundê Hîror û Kanî Masî, ji aliyê qeymeqamê navçeya Amêdiyê ê ser bi PDK’ê ve hat astengkirin.

Piştî wê şande serdana ofîsa parlamentoya Herêma Başûr ya li Silêmaniyê kir û bi serokê ofîsê re civiya.

Şandeyê di civîna xwe de behsa bikaranîna çekên qedexekirî û kîmyawî yên li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn kir.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.

Endamê şandeyê Jan Van Aken: Bila hikumeta herêmê bihêlin em bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin

Pisporê biyolojî Jan Van Aken ku 25 sale li ser çekên kîmyawî lêkolîn dike axivî û got; “Me hefteya borî serdana bîrdariya Enfal ya li Çemçemal û Helebceyê kir.

Herwiha serdana navçeya Amêdiyê jî kir û me hewl da xwe bigihînin gundê Hîror û Kanî Masî.

Ji ber ku li gorî hinek raporên gihiştine ber destê me, li wan deran çekên kîmyawî tên bikaranîn.

Me xwest lêkolîn bikin û belgeyan bidest bixin. Me xwest bi qurbaniyek çekên kîmyawî ê bi navê Hacî Abdula re bi axivin.

Lê qeymeqamê Amêdiyê destûr neda em lêkolînê bikin.”

Pisporê biyolojî Jan Van Aken bang li Hikumeta Başûr kir, ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin bikaranîna çekên kîmyawî were lêkolînkirin û piştre raporê radestî rêxistina çekên qedexekirî were kirin.

Endamên şandeyê dîsa bang li Hikumeta Herêmê kirin da ku bihêlin ew bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin.

Back to top button