Di êrîşa li dijî avahiya Kongresê de polîsek mir û yek jî birîndar bû

Li paytexta DYA Waşîngtonê careke din metirsiyek mîna ya êrîşa li dijî avahiya Kongresê xwe da der.
Piştî êrîşa bi maşînê ya li dijî polîsên li ber avahiya Kongrê, careke din hatin û çûyînên ji bo avahiyê hatin girtin.

Saet 20:00’an kesekî bigoman bi maşîneya xwe ser polîsên li ber avahiya Kongreyê de çû.

Di encamê de 2 polîs birîndar bûn û piştî maşîne bi bendên parastinê ketî rawestiya.

Nûnerê Rêveberê Beşa Polsên Kongra DYA Yogananda Pittman, daxuyaniyek a çapemeniyê lidar xist.

Yogananda Pittman got,

Li ser kesê gomanbara kêr hatiye dîtin.

Polîsan destwerdan li rewşê kirine.

Dema ku kesê biguman hişyariyên polîsan berçav negirt gule hatiye berdan.

Di encamê de êrîşkar hatiye kuştin.

Pittman piştrast kir ku 2 polîsên ji ewlekariya Kongrê berpirsyar birîndar bûne û yek ji wan miriye.

Nûnerê Rêveberê Polîsên Waşîngton DC Robert Contee diyar kir ku ew li ser bûyerê lêkolînên xwe didomînin.

Back to top button