Çeteyan 8 welatî ji Efrînê û navçeyên Mabata û Bilbilê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Dagirkeran 8 kesên din ji Efrîn û navçeyên wê revandin. Li aliyê din jî bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan re dagirker bacên giran li xwediyê baxçeyên zeytunan dibirin.

Li Efrînê, sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navber dewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir çeteyan herî dawî bi hincetên bêbingeh ji gundê Quta yê Bilbilê 5 û ji navçeya Cindirêsê jî 2 welatî revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne:

Ehmed Reşîd Şaban
Eslan Şaban Sîdo
Hemze Mistefa Hemze
Ebdilqadir Şaban Sîdo
Mistefa Menan Sîdo.

Hat diyar kirin hinek ji wan piştî pere dane çeteyan hatine berdan.

Ji navçeya Cindirêsê jî Mehmûd Mehmûd Mihemed û Mihemed Glîn Reşîd hatin revandin.

Li navenda Efrînê jî çeteyan dermansazê bi navê Mihemed Xelo piştî ku êşkence lê kir ew revand.

Hate ragihandin çeteyan piştî ku pere ji dermansaz wegirt, ew berdan.

Li gorî hatiye belgekirin, çeteyan tenê ji destpêka vê mehê heta niha 46 welatî li Efrînê revandine.

Bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan çete bacên giran li xwediyê zeytûnan ferz dikin

Bi destpêkirina berhevkirina zeytûnan jî, çeteyan dest bi dizîyê kirine û bacan li ser welatiyan ferz dikin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan welatiyên temen mezin ên bi navê Ebdo Mirad Ehmed yê 75 salî yê ji Cindirêsê û Osman Mihemed yê 60 salî yê ji gundê Xilnêrê yê Efrînê dema ku rê nedan çeteyan zeytûnên wan bidizin, hatin êşkencekirin.

Hat ragihandin çeteyan li ser xwediyên guvaştgehên zeytûnan 250 dolar, ji bo givaştgehên nû hatine çêkirin 800 dolar û
li ser bazirganên zeyta zeytûnan jî 350 dolar bac ferz kirine.

Çeteyan daristanên gundên Kaxirê û Hêkicê şewitandin 

Li Efrîna dagirkirî birîn û şewtandina daran jî dewam dike.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan li gundê Kaxirê yê navçeya Mabata û gund Hêkicê yê Cindirêsê daristanên gund şewitandin.

Her wiha li gundê Xaziyana ya navçeya Mabata jî 70 dar birîn.

Back to top button