Çeteyên Difaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê duh li taxa El-Zinûd ya başûrê Qamişlo pev ketin. 2 ji wan hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir sedema pevçûnê ji ber çeteyên Difaa El- Wetenîli ser parvekirina madeyên hişbir û alîkariyên mirovî yên ku destê xwe danîbûn ser li hev nekirine pêk hat.
Di pevçûnê çeteyên Dfaa el-Wetenî de çekên giran hatin bi karanîn.
Di encama pevçûnê de, 2 çete hatin kuştin û gelek jî birîdar bûn.
Li gorî çavdêriyê, 9’ê Gulanê çeteyên Difaa El-Wetenî dest danîbûn ser alîkariyên mirovî ku Komeleya El -Usra ya Xêrxwazî dê li ser malbatên xizanan belavkiriban.