Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber APO li girtîgehan di roja 169’an de ye. Her wiha çalakiyên di çarçoveya pêngava ”Ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadî” dewam dikin .

Berxwedana girtiyên li girtîgehan di greva birçîbûnê de bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya grevê bi dewrgirtina koma 34’emîn di roja 169’an de ye.

Her wiha rewşa girtiyên jin ên li Amedê di grevê de ne û bi vîrûsa koronayê ketine, pir zehmete û nayên dermankirin.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li Mexmûr jî 148 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 131 roj in li dar e.

Li Kopenhagê çalakiyek hate lidarxistin

Di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema azadiya Rêber Apo ye’ li paytexta Danîmarka Kopenhagê Çalakiyek hate lidarxistin.

Li kolana herî şên a bajêr, pankarta, ”Ev 8123 roj in Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye” hate daleqandin.

Her wiha pankarta bi nivîsa ”Modernîteya Demokratîk bi şoreşa jinê dibe” hate daleqandin.

Li pêşiya sefaretxanya DYA ya li Qibrisê çalakiyek hate lidarxistin

Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê biryara DYE ya derbarê sê kadroyên pêşeng ên PKK’ê li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê ya Qibrisê çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan rûmeta me ne, hûn nikarin dest bidin rûmeta me’ hate vekirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku dewleta Tirk û rejîma AKP-MHP’ê faşîstên dest bi xwînin û got: “Rêveberên PKK’ê ne terorîst in, siyasetmedarên ku têkoşîna rûmetê ya gelan dikine.

Back to top button