Di Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê de 5 rojnamevan hatin girtin

Rojnamevan Sedat Yilmaz û Dîcle Muftuoglû ku di operasyona qirkirina siyasî de, beriya 5 rojan hatibûn binçavkirin hatin girtin.
Sedat Yilmaz got, “Pergala heramiyan piştî 10 rojan diqede, li ber hilweşînê ye.”

Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî rojnamevan, parêzer û siyasetmedarên kurd 21 bajaran di 29’ê Nîsanê de êrişên qirkirina siyasî hatibû kirin.

Di serdegirtinên malan de 19 kes hatibûn binçavkirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz jî di nav wan rojnamevanan de bûn ku hatibûn binçavkirin.

Fîlîz Yilmaz piştî îfadeyên li dozgeriyê hate berdan.

Rojnamevan Dîcle Muftuoglu, Sedat Yilmaz, Erol Balci, Abdurrahîm Tanyerî û Ramazan Debe jî di nav de 15 kes hatin girtin.

Rojnamevan Sedat Yilmaz li korîdora edliyeyê nerazîbûn nîşanî biryara girtinê da û wiha got:

“Pergala heramiyan wê 10 roj şûn ve biqede, li ber hilweşandinê ye.”

Li Stenbolê 32 endamên HDP û Partiya Çepên Kesk hatin binçavkirin

Back to top button