Polîsên Tirk êrişî dayikên Şemiyê kirin, 25 kes hatin destgîrkirin

Zext û Zordariya dewleta Tirk beyî ku jin, zarok, kal û pîr nas bike li dijî Kurdan dewam dike.
Polîsên Tirk li Qada Galatasarayê yê Stenbolê êrîşî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan kirin û 25 kes destgîr kirin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker di êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd de sînoran nasneke û her diçe zêdetir dike.

Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di dema destgîrkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê di roja 944’yan de jî li Qada Galata sarayê yê Stenbolê dewam kir.

Tevî biryara “Binpêkirinê” ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) jî dorpêça polîsan a li ser Qadê dewam e.

Dayikên Şemiyê xwestin li qadê daxuyaniyê bidin.

Lê Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di vê hefteyê de jî rastî êrîş û astengkirinên polîsan hatin.

Dayik û yên bi wan re beriya ku bên nêzî Qadê hatin dorpêçkirin.

Dayikên ku hatine dorpêçkirin bertek nîşanî polîsan dan, rojnamevanên ku nûçe dişopandin jî hatin astengkirin.

Polîsan Seroka Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, kurê Hrant Dînk Arat Dînk û Velî Saçilik jî di nav de 25 destgîr kirin.

Back to top button