Ji ber dorpêçê Şehba di tariyê de ye

Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê ev 2 roj e şêniyên herêma Şehbayê di tariyê de ne.
Xelk ji bo ronîkirinê fanos û mûman bi kar tînin.

Ji ber dorpêça girankirî ya hikumeta Şamê ku nahêle sotemenî bikeve herêmê, 8’ê Nîsanê saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan daket 2’an.

27’ê Nîsanê jî mazota mayî xilas bû û kehrebe bi temamî qut bû.

Ev 2 roj e bi qutbûna kehrebeyê re xelkê herêmê neçar maye ku fanos û mûman bi kar bîne.

Koçberên Efrînê û şêniyên xwecih ên herêmê yên li kamp û malên wêranbûyî didmînin, şeva xwe di tariyê de derbas dikin.

Dorpêça li ser Şehbayê rojeva çalakvanên medyaya dijîtale

Ev dorpêça giran bû cihê nerazîbûnan û li ser tora medya civakî bûye rojeva her kesî.

Çalakvanên malperên medyaya dijîtal têkidarî mijarê nerazîbûn nîşan da, wêne û dîmenên ji Şehbayê yên ku rewşa trajîk radixin pêş çavan, parve kirin.

Her weha bal kişandin ser berxwedana efrîniyan a li hember dorpêçê û êrişan.

Nûrşan Hisên ku berê nûnera Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê bû, li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî:

Li vir, li Şehbayê, pênasekirina rewşa efrîniyên li kampên koçberiyê dimînin wekî trajîk dê kêm be.

Li vir tarîtî serwer e, madeyên bingehîn ji bo berdewamkirina jiyanê peyda nabin. Ev yek ji ber dorpêça giran a hêzên şovenîst e.

Cemîl Aşkan jî bi wêneykî koçberan, ku di tarîtiyê de ne belav kiriye dibêje:

“Ji ber dorpêça giran a hikumeta Şamê li ser herêma Şehbayê ku bi sed-hezaran xelkê Efrînê yê koçber lê dimînin, eleketrîk bi temamî qut e.

Cûdî Îsmaîl jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wêneyek parve kir, nivîsî:

“Binêrin! Dorpêça giran a hikumeta Şamê, Şehbayê di nava tariyê de dihêle.

Egîd Roj jî dîmenek ji kampeke koçberan parve kir û got: “Ev der Şehba ye, cihê ku efrînî lê bi rûmet dijîn.”

Ekrem Berekat jî twittek parve kir û got: “Efrînî li ber roniya fanos û mûman berxwedana xwe didomînin. Dorpêça hikumeta Şamê berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker a ji bo şikandina îradeya efrîniyan e.

Her weha ji bilî wan bi dehan kes bi wêne, dîmen û nisvîsan balkişandina ser rewşa berxwedêrên di tarîtiyê de.

Back to top button