Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê ragihand ku hêzên wan li bejahiya Heleb û Hemayê 8 dronên bombebarkirî xistine.
SOHR`ê jî diyar kir ku di êrişa dronên biçek de 4 kes hatine kuştin.
AFP`ê li gorî mudirê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdureheman ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi dronên biçek li gundewarê Hemayê êriş pêk anîne.
Di êrişan de 4 sivîl hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê jî li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.
Di daxuyanyê de hat gotin: “Hêzên me li bejahiya Hema û Helebê 8 dronên bombebarkirî yên ku sivîl hedef digirtin, rûxandin û xistin xwarê.
Beriya ku balafir bên xistin, rêxistinên terorîst bi droneke biçek li taxên sivîlan ên bajarokê Rebîa yê gundewarê Hemayê êrişeke terorê pêk anî.
Di encamê de 3 welatî şehîd bûn, 2 jî birîndar bûn.”