Li Meksîkayê bagera otis: 27 Kes mirin

Bagera Otis li Meksîkayê bîlançoyekî giran li pey xwe hişt.
Ji ber bandora bagera di kategoriya 5. de ye, 27 kes mirin.
Her wiha agahî ji 4 kesan jî nayê girtin.

Bagera Otis bi kategoriya 5 li bajarê Acapulco yê eyaleta Guerrero yê dikev başûrê meksîkayê xist.

Rayedaran diyar kirin ku li gorî agahiyên despêkê 27 kes irine û agahî ji 4 kesan nayê girtin.

Li eyaleta Guerrero ji ber encama bagerê dibistan hatin girtin.

Nêzî 8 hezar leşker ji bo xebatên lêgerîn û xerlaskirinê hatin erkdarkirin.

Li Acapulco di wextekî çavdêrî dikir de, peravên deryayê jî hatin valekirin.

Bagerê gelek dar û dîrekên elektirîkê ji cihê wan rakir.

Leza bagerê di saetê de, 270 kîlometre bû.

Serokê Meksîka Andres Manuel Lopez Obrador serdana cihê ku bagerê ziyanek mezin gihandiyê kir.

Obrador di axaftina xwe de ji kesên li cihên bi rîsk xwest xwe bigihînin navendên rewşa lezgîn.

Her wiha ji peravên çeman jî dur bikevin.

Back to top button