Li Meksîka bagera Otis wêranî li pey xwe hişt

Bagera Otis li Meksîkayê xist.
Bagera ku di kategoriya 5. de bû, li pey xwe wêraniyeke zêde hişt.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku bagera Otis ji îro pê ve ketiye hêza “Kategoriya 5″ê û dest bi bandorê li peravên başûrê Meksîkayê kiriye.

Hat diyarkirin leza bayê li hin cihan di saetê de, gihîşt 265 kîlometreyan.

Di daxuyaniya xwe ya îro de, WMO got,

“Otis bi hêza herî bilind a Kategoriya 5’an li nêzî Acapulco ya Meksîkayê xist.

Yekîneya Rojhilatê Pasîfîkê ya Navenda Bagera Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (NHC) hişyariyek da.

Yekîneyê diyar kir ku bagerê despêkê bandor li peravên başûrê Meksîkayê kir.

Bagerên bihêz dikarin bibin sedema lehiyên ku bandoreke neyînî li rewşa bajarên li peravê deryayê bikin.

Back to top button