Pakistanê plana derxistina tevahî koçberên neqanînî bidawî kir

Pakistan ji jimara zêde ya koçberan bêzar bûye.
Rêveberiya Pakistanê plana derxistina tevahî koçberên bi rêya neqanînî li welatin bidawî kir.

Pakistanê ragihand ku koçberên bi awayekî neqanûnî li welêt in, hete 1’ê Mijdarê divê ji welat derkevin.

Yên dernekevin jî wê bên destnîşankirin û ji bo bişînin navendên dersînorkirinê.

Pakistanê ragihand ku ji bo koçberên ku bi qaçaxî li wî welatî ne, ku di nav wan de 1,7 mîlyon Efxanî hene, navendên dersînorkirinê hatine çêkirin.

Wezîrê Demkî yê Karên Navxweyî yê Pakistanê Sarfraz Bugti got,

Ew ê dema hatî diyarkirin neyê dirêjkirin.

Rêveberiya hikûmetê ya li parêzgeha Belucistanê got;

Sê navendên dersînorkirinê li wir hatine avakirin.

Yek ji van navendan wê li Quetta a paytexta parêzgehê be.

Pakistan: 60 اezar Efxan vegeriyane malên xwe

Rêveberiya Pakistanê îdia dike ku di çarçoveya planê de bêtêrî 60 hezar kes vegeriyane malên xwe.

Her wiha dibêjin, ji bo 1,4 mîlyon koçberên Efxan yên li welat ku qeyda xwe heyî ti pirsgirêk dernakeve.

Back to top button