Ji Serhedê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên gerîla li arteşa Tirkiyê a dagirker dan.
Di encama çalakiyan de 8 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Arteşa Tirkiyê a dagirker ku derbên giran xwar, dîsa bi rêbazên qirêj sûcê şer kir.
HPG ragihand ku qadên gerîla 31 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hate bombekirin û got: “Di êrişan de tiştek bi hêzên me nehatiye”
Gerîlayên azadiyên yên Kurdistanê li herêma Serhedê û Herêmên Parastina ên Medyayê 8 dagirker ceza kir.
Arteşa Tirkiyê jî 31 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî êriş kir û dîsa sûcê şer kir.
Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeran Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyanî da.
HPG’ê diyar kir 24′ Cotmehê qereqola Aybey a li Bazîdê ya Serhedê bû hedefa hêzên wan û ev agahî parve kir:
Hêzên me li dijî Qereqola dagirkeran bi rengekî koordîneyî ji sê baskan ve çalakî kirin.
Di çalakiyê de bi giştî 2 dagirker hatin cezakirin û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Hêjar Zozan ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin.
Li herêmên Zap û Xakerkê jî di navbera 24-25’ê Cotmehê de gerîlayan li dijî dagirkeran gelek çalakî li dar xistin.
Di encama çalakiyên bi taktîkên cuda de HGP’ê ragihand ku li herêmên navborî 6 dagirker hatin kuştin.
Li aliyê din arteşa Tirkiyê a dagirker ku li hemberî derbên gerîla xitimiye, hewl dide bi sûcên şer encam bigre.
Arteşa Tirk sûcên şer didomîne: 31 Caran bi çekên qedexe êriş kir
Derbarê êrişan de HPG agahî dan û got:
Herêma Metîna, Zap û rovayê wê 31 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî, 3 caran bi droneya bombebarkirî hatin bombekirin.
Her wiha gelek deverên herêmên Parastina yên Medyayê jî bi giştî 26 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
HPG: Di êrişan de tiştek bi hêzên me nehat
HPG’ê di dawiyê de eşkere kir ku di êrişan de tiştek bi hêzên wan nehatiye.