Panaberê Kurd…Dîmên wan li ser tevnên civakî hatin belavkirin

Îro li ser hesabên tevna civakî dîmenên trajîk ên komeke ji penaberên Kurd hate parve kirin.
Ev kom ji ber xemsariya Yûnanistanê li nava deryayê asê mane.
Ji axaftina wan diyar dibe ku Kurdên Başûrê Kurdistanê ne.

Ev dîmen îro li ser tevnên civakî hatin parve kirin.

Koma ji 60 Kurdên penaber pêk tên li nava keştiyeke biçûk li peravên deryayî ên Yûnanistanê asê mane.

Li gorî axaftina kesên tê de rayedarên Yûnan rê nadin ku keştiya wan berê xwe bide bejahiyê.

60 kesên ku gelek zarok û jin di nava wan de hene, li benda alîkariya lezgîn in.

Salên dawî ji ber nerazîbûna li hemberî siyasetên hukûmeta Başûrê Kurdistanê û her wiha aloziyên jiyanî, bi hezaran Kurd berê dikevin ser rêya koçberiyê.

Par li ser sînorê Belarûs û Polonyayê jî bi hezaran Kurd asê mabûn.

Back to top button