Sedr: Ji bilî şoreşê ti çareseriyek din nîne

Alîgirên Tevgera Sedr ku nêzî mehekê ye di nava xwepêşandanan de ne, di nimêja Înê de kom bûn.
Li ser navê Sedr peyamek hate xwendin û hate gotin:
“Tenê şoreş dikare kesên gendeliyê dikin ji kar dur bixe.
Daxwaz ji desthilatiya dadweriyê dikin ku hêviyê ji gel re vegerînin.”

Di nimêja Înê ya li Bexdayê de peyamek li ser navê serokê Tevgera Sedir, Muqteda El Sedir hate xwendin.

Di peyama Sedir de hate diyarkirin ku wê şoreşa Aşûreyê bi serdikeve û dibêje:

“Ji bilî şoreşa li dijî wan tu çareseriyek ji bo ji kar durxistina kesên gendeliyê dikin re nîne.

Danustandina li gel partiyên gendeliyê red dikîn.

Wan partiyan welat wêran kirin.

Daxwaz ji desthilatiya dadweriyê dikin ku hêviyê ji gel re vegerînin.”

Hêjayî gotinê ye, sê îniye xwepêşandan û grevên alîgirên Tevgera Sedir li Herêma Kesk û bi taybet li avahiya Parlamentoya Iraqê dewam dikin.

Ji bo Iraq ji rewşa xwe ya heyî derbikeve, ti hêviyek nîne.

Back to top button