Hevdîtina yekem a şandeyên Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê re pêk tê

Hikumeta Swêd û Fînlandiya di bin sîwana NATO yê de dixwazin xwe biparêzin.
Ji bo ev yek pêk were, divê tevahî endamên NATO beşdarbûna wan erê bike.
Lê heta niha ev yek pêk ne hatiye û weke astengiya herî mezin Tirkiye tê dîtin.
Ji ber vê yekê yekemîn civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ku di çarçoveya peymana sê alî ya navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de hatiye avakirin, li Helsînkî tê lidarxistin.

Civîna yekem a Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ku di çarçoveya peymana sê alî ya di navbera Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê de ji krîza endamtiya NATOyê derbas bû hat avakirin, wê îro were lidarxistin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê di civîna li Fînlandiyayê ya Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya ku bi beşdariya pisporên wezaretên derva, navxwe û dadê, servîsên îstîxbaratê hate avakirin de axivî û got:

Saziyên ewlehiyê ji bo şopandin û cîbicîkirina sozên ku di çarçoveya çarçoweyê da hatine kirin da hat avakirin.

Peymana ku 28’ê Hezîranê li Madrîdê di lûtkeya NATO’yê ya di navbera her sê welatan de hat îmzekirin, Îbrahîm Kalin û Alîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal wê serokatiyê bikin.

Tê plankirin ku di şandeyê de nûnerên wezaretên Dad, Karên Derve, Hundir, Parastina Neteweyî û Rêxistina Îstixbarata Neteweyî jî cih bigirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto diyar kir ku civînên Mekanîzma Hevbeş a Daîmî wê li Fînlandiya, Swêd û Tirkiyeyê bi awayekî din bên lidarxistin.

Di peymana sê alî de hat destnîşankirin ku Tirkiye wê endamtiya NATO ya van her du welatan veto neke.

Di berdêla vê de jî daxwaz ji welatên navborî dike ku zexta li ser gelê kurd were zêdekirin.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku heke sozên ku di peymanê de neyên bicihanîn wê li parlamentoyê endamtiya van welatan bo NATO neyê erêkirin.

Tê payîn ku heta meha Cotmehê erêkirina bo endamtiyê li parlamentoya Tirkiyê bikeve dengdanê.

Hin rayedarên Tirk hişyarî dabûn ku dibe ku ev pêvajo heta sala bê dirêj bibe.

Fînlandiya û Swêd ên ku piştî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dest ji prensîba bêalîbûna leşkerî berdabûn, di meha Gulanê de serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn.

Ji bo Fînlandiya û Swêd bibin endam, erêkirina 30 welatên endamên NATOyê pêwîst e.

Heta niha li piraniya welatên endam protokola tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê ji parlamentoyê derbas bûye.

Back to top button