Êrişî barageha Amerîka ya li Hewlêrê hate kirin

Barageha Amerîka ya li Herîr a Başûrê Kurdistanê bû armanca êrişan.
Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) berpirsyartiya êrişê girt ser xwe.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagotnê ragihand ku ji 17’ê Cotmehê ve, 58 caran êrişî hêzên wan yên li Sûriye û Iraqê hatiye kirin.

Hêzên Amerîka yên li Iraq û Sûriyê ji êrişan xelas nabin.

Li herêma Başûrê Kurdistanê jî êrişî baragehên Amerîka têne kirin.

Li gor agahiyan, saet derdora 10:20’an dengek bihêz ji nêzî balafirxenay leşkerî ya Herîr a Hewlêrê hat bihîstin.

Piştî wê jî êrişî baregeha hêzên Amerîka ya li nav balafirxaneyê hatiye kirin.

Ev êriş piştî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentegon ku digot, êrişên li dijî hêzên wan kêm bûye hat.

Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) ku berpirsyartiya êrişê girt ser xwe, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin;

“Bi rêya balafirek bêmirov êrişî baregeha leşkerî ya li Herîr a Hewlêrê hate kirin.

Êriş gihiştiye armanca xwe.”

Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.

Back to top button