Rêber Apo: Jin bixwe jiyan e!

Rêber Apo gelek analîz û şîroveyên dîrokî derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanî de kiriye.
Rêber Apo diyar dike ku bi salan ferzkirina koletiyê ya li ser jinê veguheriye koletiya civakê û bal dikşîne ser çavkaniya pirsgirêkê û tespîta bi tespîta ‘jin jiyan bi xwe ye’ çareseriyê jî datîne holê.

Rêber Abdullah Ocalan der barê azadiya jinê, çavkaniya pirsgirêka jinê û tundiya li ser jinê tespîtên dîrokî datîne holê.

Rêber Apo diyar dike ku hemû têkoşînên azadî,wekhevî, demokrasî, ahlaqî, polîtîk ji ber têkiliyên serdestan pêk tê û destnîşan dike ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê divê di ser jinê re ji bo civakê û xwezayê çareserî pêk bê û ji bilî vê rêyek din tuneye û wiha dinirxîne:

“Ji derketina hiyerarşik heta niha îdeolojiya desthilatdariyê wate li zayendê bar kiriye.

Hemû lêkolînên antropolojik, arkeolojik û rojevî diyar dikin ku demên ku jin otorîter bûn hene û otorîteyên ku civak xurt kirine.

Hişê hestiyarî ku bi jinê re zêdetire, bi hebûnê re bi awayekî xurt girêdayî ye.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku kolekirina jinê girêdayê desthilatdariya dewletê û hiyerarşîke û dibêje:

Divê bê zanîn ku tu çîn tu nîjad, tu netewe wek jinan nebûne kole û koletî lê nehatine ferzkirin.

Koletiya mêran jî piştî koletiya jinan e.

Koletiya zayendî ji koletiya çîn û neteweyî cudatire.

Hebûna civakê ya di qada cemawerî de di aliyê olî de qedexe û dij ahlaqî tê pêşkêşkirin.

Statuyên bi hezaran salane li gelan tê ferzkirin. Gel kirine jin jin jî kirine gel.

Koletiya li ser jinan pêl bi pêl li ser civakê jî hatiye belavkirin.

Rêber Apo baldikişine li ser têkoşîna jinê ya li dijî desthilatdarî û koletiyê û wiha di nirxîne:

Xweza jinê li hemberî xwe hîn ewle disekine, lê mêr li cihê xwe nasekine.

Divê jin tiştên ku çanda serdest ya mêr ferz dike demildest red bike.

Divê bi mêran bide qebûlkirin ku berovajiya wê raste.

Mêr bi qasî jinan jiyanê fêm nakin.

Jin bixwe jiyane.

Ev aliyê wê gelek xurte.

Em vê di jiyana xwe de jî baş dizanin.

Back to top button