“Divê oldarên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemînin”

Rêveberê Ewqafa navçeya Çemçemal a Silêmaniyê Mijde Reuf diyar kir ku pêwîste hemû mamostayên olî, beşên cûda û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi awayek giştî li dijî êrişên Tirkiyê helwest nîşan bidin.

Mijde Reuf da zanîn ew wek Rêveberiya Ewqafa û mamostayên olî yên Çemçemalê êrişên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser xelkê başûrê Kurdistanê ku pêktîne şermezar dike û wiha got:

“Êrişên ku tên kirin, dikevin çarçoveya zilm û zordestiyê de.

Ev zilm jî di ola Îslamyetê de hatiye redkirin.

Xwedayê mezin bi xwe gotiye; min zilm li ser xwe heram kiriye, di nava we de jî zilm hatiye heramkirin.

Nabe ti kesek li ser vê cîhanê zilm li kesek din bike.”

Rêveberê Ewqafa navçeya Çemçemal a Silêmaniyê di dawî de daxwaz ji rayedarên Başûrê Kurdistan û Iraqê kir ku êrişên dagirkeriya Tirkiyê rawestînin.

Li gor amarên fermî, ji sala 2015’an ve zêdetirî 160 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ji ber bomebaranên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne û nêzî 300 kesan jî birîndar bûne.

Hunermendên Başûr: Tişta ku garikeriya Tirk dike ne miroviyê û divê bersiv bê dayîn

Back to top button