QSD’ê civîneke awarte lidarxist

Meclisa leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo êrişeke muhtemel a dewleta Tirk û emcamên wê civîneke awarte li dar xist.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çi êrişeke dewleta Tirk li dijî herêmê wê bandorê li yekîtiya axa Sûriyê bike û got:
Wê şer ne tenê li deverên di hedefê de be, wê şer bighêje deverên dagirkirî jî.
Hêzên me amade ne ji bo bersivdayîna êrişeke dagirkeriyê, kordîneyê bi hêzên Hikûmeta Şamê re bikin.

Meclisa Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk, têkildarî egera êrişeke dewleta Tirk a dagirker û encamên li ser herêmê, civîneke awarte li dar xist.

Di vê civîna ku fermanadrên meclis û gropên leşkerî tê de amade bûn de, herî zêde encamên êrişeke dewleta Tirk li ser rewşa mirovî û şerê li dijî DAIŞ’ê hat gotbûjkirin..

Têkildarî vê yekê, fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxunaiyek da.

Li gorî fermandariyê, meclisa leşkerî zêdegaviyên dewleta Tirk li herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic û Şehbayê û bandorên wan li rewşa sivîlan û awayê parastina wan nîqaş kirin.

QSD’ê hişyarî da ku êrişeke nû wê Sûriyê vegerîne destpêka aloziyê û rê li ber parçekirina Sûriyê veke.

Di van demên dawiyê de, DAIŞ sûd ji êrişên dagirkeriyê wergirt û xeteriya wê zêde bû.

QSD girîngiyê dide kêmkirina rageşiyê û daxwaza pabendiya bi peymana dike.

Lê di heman demê de, Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo bersivdayîna êrişan û şerekî demdirêj jî, xwe amade kiriye.

Êrişeke muhtemel wê bandorê li aramî û yekîtiya xaka Sûriyê bike.

Hêzên Sûriya Demokratîk hişyar kir ku wê bersiva êrişan ne tenê li deverên di hedefê de be, lê belê wê bighêje herêmên din ên dagirkirî jî.

Fermdandariya Giştî ya QSD’ê helwesta şêniyên herêmê ku piştgiriyê didin şervanan, silav kir û daxwaza destekdayîna her biryareke QSD’ê li dijî dagirkeriyê kir.

Hêzên Sûriya demokratîk her wiha di daxuyaniya xwe de, piştrast kir ku ji bo berdisvdayîna êrîşeke muhtemel a dagirkeriya Tirk, hêzên wan amade ne bi hêzên Hikûmeta Şamê re koordîneyê bikin.

Back to top button