Trump: Eger Îran ti êrîşê li dijî me pêk bîne, wê poşman bibe

Careke din, Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da Îranê, ku eger ti êrîşan li dijî hêzên Amerîkî yên li Iraqê pêk bînin, wê berdêlên mezin bidin.

Trump li ser hesabê xwe yê twitterê got:

Îran û hevalbendên xwe, plana êrîşekê li dijî hêzên Amerîkî yên li Iraqê dikin, eger ev yek pêk were, wê Îran buhayekî mezin bide.

Sêşema borî, berpirsekî Amerîkî ragihandibû ku Amerîka dest bi bicihkirina pergala Patriot li Iraqê kiriye.

Ji ber vê jî, Îran Amerîka hişyar kir ku, wê bicihkirina pergalê Rojhilata Navîn ber bi bobalateke mezin ve bibe, nemaze ku cîhan aniha bi nexweşiyê Coronayê re rû bi rû ye.

Tê zanîn, piştî êrîşa Îranê li ser baregeha Eyn El-Esed, Waşinghton û Bexda ji bo bicihkirina pergala Patiriot li Iraqê, di nava danûstandinan de bûn.

Heya niha jî nehatiye zanîn ku herdu aliyan ji bo bicihkirina pergalê li hev kiriye yan na.

Back to top button