Zêdetirî 4 caran, dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ji ser kantona Hesekê qut kiriye.
Ji bo vê jî û li gorî derfetên xwe, Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê, ji 24ê Adarê de hewl dide avê ji şêniyan re peyda bike.
Li gel belavbûna vîrûsa Corona li cîhanê û metirsiya belavbûna wê li herêmê jî, ev demek baş pêdiviya şêniyan bi avê heye, tevî vê jî, dewleta Tirk hişyarî û rexneyên navdewletî yên dubare paşguh dike.
Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê jî, bi awayekî demkî hewl dide pêdiviyên şêniyan bi cih bîne û plan dike 50 bîrî bikole.
Tê payîn, ev proje di dawiya meha Nîsanê de bikeve xizmetê.